NAVENDA NÛÇEYAN-
Ew welatan ku em wek Ewropa bi nav dikin berspirsiyarên wan şer û wan talanên aboriyê ne ku li welatên wan penaberan pêktên. Siyaseta wan û aboriya wan sedeme ku ew şer û pevçûnên dijwar didomin, yên nû destpêdikin û fireh dibin. Ji bo ne wekhevbûyîn û cûda pêşketina aboriyên di navbera welatên Ewropî û welatên li Rojhilata Navîn û Afrika dîsa ew berpirsiyarin.
Vê demê çima ewqas ciwan hîn jî pêy xeyala jiyaneke li Ewropa dikevin. Parçeyek vê cihanê ku bi siyaset û aboriya xwe xwîna hezaran mirovên me, xwuşkên me û birayên me xistiye destên xwe. Dijminên me fînanse dikin, bi wan re heypeymanên kirej dikin û ew dijmin jî bi tûndiyek nehatiye dîtin li ser serên me û welatên me diavêjin. Cihê ku em birevin û li hemberê wan hêzan xwe bikin cihê herî bê parastin û bê alîkarî, li cihê ku em destê xwe deynin ser çokên xwe û li bendê bin ku mirin were ser me, em ê jiyana xwe bigrin nav destên xwe. Ne bin bandora xeyalên şaş, li hemberê rastiya dijminên xwe, welata xwe, erda xwe, kokên xwe em ê civaka xwe avabikin, xwe perwerde bikin û pêşbixin. Em ê xwe rêxistin bikin û bi hêza civaka rêxistin kirî û perwerd kirî dawiya wan siyasetên kirej bînin.
Li cihê ciwan ku direvin, ciwan ku xwe perwerde dikin, rêxistin dikin û tedikoşin. Ciwan ku cihê ku ji pirsgirekan bireve li ser wan pirsgirekan diçe û rola xwe ya wekê pêşengê civakê layik dibe, pirsgirekan çareser dike û rêyen nû dibîne. Avakirin li cihê xerab kirinê, Tekoşîn li cihê revê, Berxwedan li cihê radestbûyinê, azadî li cihê girtîbûyînê.
“Ger hûn birevin jî, derfeta rizgarbûna we nîne. Di encama tawanên we kirîn de, wê dijmin pêncî carî we darve bike. Eniya dijmin wisa ye. Ger hûn biçin welatek emperyalist jî, dê ew jî sedî sed sîxurtiyê li ser we ferz bike û ew jî xirabe. Min derdora nêzîkbûnên we yên weke keyfiyet, fermandariya sexte, raye, çewsandin, pêşxistina xerckirinê û ferdperestî jî teng kiriye. Zilamên wisa dikin hatine çil saliya xwe, bes di halek nikarin li ser piyan bisekinin de ne.“
Rêber APO (Rastiya Rêbertî û siyaseta Apoyî)