GABAR- Wêrankirina xwezayê ya ku di bin navê “lêgerîna petrolê” de hatiye destpêkirin, li bajarokê Qesirk (Qesrik) yê navenda Şirnexê û Çiyayê Gabarê yê bejahiya gundê Dara dewam dike.
Li herêma Êrê ya Çiyayê Gabarê di dema xebatên çêkirina rêyan de dîmenên ziyaneke mezin a li xwezayê bi dînamîteke mezin hatiye bidestxistin. Piştî teqînên li serê çiyê ewrek mezin a tozê radibe.
Di wêneyan de xerakirina xebatên ku ji aliyê Şîrketa Petrola Tirkiyeyê ya Navneteweyî (TPIC) û Pargîdaniya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) ve ji bo rê, bîr û lûleyên avê tên kirin, hatin rûxandin. Agahiyên din ên balkêş ên di wêneyan de bircên leşkerî yên li herêma nêzî nuqteyên ku dînamît lê hatine teqandin e.
Ji salên 90’î ve qedexe ye
Li aliyê din dîmenên nû yên birîna daristanên ku ji ber sedemên “ewlehiyê” li deverên cuda yên Çiyayê Gabarê pêk tên derketin holê. Li herêmên ku ji salên 1990’î û vir ve qedexeya derketina derve ya sivîlan lê hatiye qedexekirin, di bin navê “lêgerîna petrolê” de darên bi sedsalî,darên berû, darên zeytûnan û darên cuda yên fêkî tên rakirin.