ŞENGAL – Li gundê Guhbel, herema Şengalê, tûrnûvaya fûtbolê ya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi dawî bû.
Turnuvaya ku ser navê Şehîd Pîr Çeko hatibû vekirin doh şev bi organîzasyonekê bi dawî bû. Di fînalê de tîma Şebab Reşkanî bi tîma Şebab Hawêrî re derket pêşberî hev. Di dawiyê de tîma Şebab Hawerî 4- 3 bi ser ket.
Ew tûrnûva ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ji bo bîranîna Şehîd Pîr Çeko hat lidarxistin. Di dawiya tûrnûvayê de, ser navê malbata Şehid Pîr Çeko jî aliyê Mam Ali axaftin hat kirin û her wiha tîmên ku beşdarê turnuva bûne û tîma ku serketiye re bîranîn û madalya hatin dayîn. Bername bi sloganên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Şehid Pîr Çeko fermandarê YBŞ (Yekîtiya Berxwedana Şengal) bû û 27ê sibat 2023 di encama êrişe hawayî a dewleta Tirk a dagirker de şehid ket. Şehid Pîr Çeko pêşengê civaka Êzidî bû û ji bo ciwanên Êzidî rêya têkoşîn û berxwedan nîşan da.