HAMBÛRG – Ciwanên Tevgera TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) li Hambûrgê li dijî polîtîkaya dagirkirinê ya ku dewleta Tirk a faşîst li herêma Amedê bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin meşiyan.
Ciwan li ber Gara Trenê ya Hambûrgê li hev civiyan û piştî deqeyek rêzgirtinê li wir daxuyaniya çapemeniyê dan.
Li ser navê TCŞ’ê Ahmet Tektaş ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ya bi xiyaneta PDK’ê re û got, “ Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet Şengal, Rojava û Bashûr, êrîşên dagirkeriyê bênavber didomînin. Ev êrîşên ku di eslê xwe de ji bo tinekirina hemû destkeftiyên têkoşîna azadiya Kurd in, bi armanca tinekirinê ne. Dewleta Tirk a qirker û artêşa wê ya dagirker li ser navê Kurdewariyê bi hedefgirtina her tiştî dixwaze serkeftinê bi dest bixe. Ji bo vê jî qadên jiyanê yên sivîl, zevî, daristan, heywan; eşkere ye ku her tişt di hedefê de ye,”
Ahmet Tektaş destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya PDK’ê dixwaze gundên Kurdistanê vala bike û qirkirina Kurdan pêk bîne û got, “Êrîşên tund ên bi salvegera berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê re tên kirin, bi armanca komkirina hêzên mezin ên leşkerî û bikaranîna her cure çekan qirkirina gelê Kurd e.. Weke berxwedana 14’ê Tîrmehê em ê li hemberî van êrîşan rawestin û parastina Kurdistanê bikin erka me ya sereke ye.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, ciwan bi pankarta “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Kurdistanê biparêzin” meşiyan û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bimrê Xîyanet” berz kirin.