REIMS – Li bajarê Reîms ê Fransayê, bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Reîmsê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hewldanên qirkirinê yên bi piştgiriya PDK’ê hate protestokirin.
Li ser banga KCDK-E’yê ya li dijî sewqiyatên leşkerî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a hefteyekê li dijî Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Reîmsê meşek hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li Gara Trenê ya Reîmsê li hev civiyan, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û desteka PDK’ê ya ji dewleta Tirk re dan.
Meşa ku ji stasyona trenê destpê kir, li navenda bajarê Reîmsê bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.