NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya salvegera 42’emîn a berxwedana dîrokî ya ku di 14’ê Tîrmehê de ji aliyê pêşengên tevgera azadiyê Mehmed Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ve li girtîgeha Amedê li hemberî faşîzma dewleta Tirk hat dest pê kirin, ajansa Nûçe Ciwan bi rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrîn û Şehba Emîne Hic Ebdu û rêveberiya mekteba Jinên Ciwan di Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk de Nadya Yusif hevpeyvîn kir.
Jinên ciwanan destnîşan kirin ku mîrasa van şehîdan bû pîvanê tekoşîna azadiya Kurdistanê û heya îro rihê wan di tevgera azadiyê û bi taybetî di tevgera ciwanan de zindî ye.
Emîne Hic Ebdu ye, rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrîn û Şehba
“Îro em behsa mijara 14’ê Tîrmehê bikin, salvegera berxwedan û tekoşîna ku di hindurê zindana Amedê de pêk hat. Berxwedaniyekî bê hempa, tekoşînekî bê hempa, heya kêliyên xwe yên dawî. Berxwedaniya heval Mazlûm, berxwedaniya heval Kemal, berxwedaniya heval Mehmed Xeyrî Durmûş. Ev berxwedanî ku di hindirê zindanê de hat kirin, di hindirê rewşekî zehmet de, di Bakurê Kurdistanê de zihniyetekî ewqasî faşîst, hovane, di wir de sîstemê xwe di kûrahiyê de xurtir e. Bîle biçûk be jî bibe, di wir de nikare rehat rehat xebat bide meşandin, behsa azadiyê bike, behsa PKK bike. Di wir de me dît ku mîrasên me, mîlîtanên me, qehremanên me yên demê ku hîştin ku îro em weke ciwan, weke jinên ciwan, weke gelên azadîxwaz jî îro vê tekoşînê bidin berdewam kirin. Yê ku hişt ev berxwedaniya were berdewam kirin, ev şoreş di 50 saliyên xwe de xwe kûr bike û xwe bide berdewam kirin jî ew xeta ku van hevalan ji me re dan nîşan dan. Ew şoreş, gav û pengav ku wan hevalan di hindurê zindanê de dan avêtin ji agirê heval Mazlûm bigire ku berdaye canê xwe bigire, ku rêya azadiyê, rêya serfiraziyê ji me re daye nîşan dan bigire heya rêhevalên ku di hindurê wir de di greva birçîbûnê de heya dawiyê tekoşîn kirin, berxwedan û gihîştin asta şehadetê, îro jî em dibêjin wek ciwan û jinên ciwan li ser vê xetê, li ser vê berxwedaniyê, li ser vê tekoşînê, em didin berdewam kirin ku heya em dikarin mîrasa van hevalan û berxwedanî û kêliyên van hevalan bidin jiyan kirin û di hindurê hemû civakê de jî vê rastiyê, rastiya faşîzma heyî, her wiha, rastiya tekoşîna me ya azadiyê em bi civakê bidin naskirin, em ser vê xetê xwe bidin berdewam kirin.”
Nadya Yusif, rêveberiya mekteba Jinên Ciwan di Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk de
“Meha Tîrmehê di dîrokên pir girîng ji kurdan re em tê de pîroz dikin. Yek ji wan jî 14’ê Tîrmehê ye, berxwedaniya zindanan. Di şaxsê hemû hevalên ku di wê derê berxwedan û gihêştin asta şehadetê em bi rêzdarî bejna xwe li beramberî wan ditewînin û wan bibîrtînin. 14’ê Tîrmehê ji bo me, taybet wek ciwan, wek jinên ciwan, berxwedaniya ku di zindanan de hatiye kirin, îro bi saya wê em vê derê hazir in û bi saya wan hevalan, bi berxwedaniya van hevalan yên ku heya kêliya dawî jî serê ji dijmin re netewandin û ji dijmin re gotin “em hene, em kurd in, hûn nikarin me tune bikin” û heya dawî jî berxwedan. Bi saya berxwedaniya wan îro me 12 sal ên şoreş derbas kir, bi berxwedaniya wan îro, wek ciwan em dikarin di nav civaka xwe de, bi rengê xwe, bi dengê xwe, bi nasnameya xwe, bi îradeya xwe yê azad, di nav civaka xwe de jiyan bikin. Ev hemû jî ji berxwedaniya wan hevalan tê, ji berxwedaniya ku wan di wê kêliyê de, di wê dîrokê de serî li hemberî vê dijminê hov, li hemberî vê dijminê ku 24 saetan li ser tunebûna kurdan xebat dike, siyaseta xwe ya qirêj di nav civaka me de, di nav ciwanan de taybet dide belav kirin, berxwedaniya wan ya bêhempa îro em sûd ji wan werdigirin, Berxwedaniya me ji ber berxwedaniya zindanan e ya ku bi fermandar şehîd Mazlûm Dogan hat dest pê kirin, ew jî di temenekî ciwan de bû, û hemû rêhevalên me yên di wê demê de jî di temenê ciwan de bûn. Lê bi fikir û felsefeya azad, bi îradeya azad yê ku ji rêberê xwe girtibûn, perwerde ku ji rêberê xwe dîtibûn, tu carî serê xwe ji nehaqiyê re netewînin, tu carî serî ji zilm û zordariyê re natewînin îro em bi saya wan û bi îradeya wan û berxwedaniya wan wek ciwan li vê derê hezir in û her sal jî em 14’ê Tîrmehê wek ciwan bi taybetî pîroz dikin, ji ber ku rêhevalên me bûn, ew jî di temenê wek me ciwan de bûn û serî ji dijmin re netewandin. Em jî îro li vê derê ne, em destkeftiyên şoreşa xwe bi berxwedaniya wan hevalan diparêzin û israra me, îdaya me wê heya dawiya wê ev be. Emê bi berxwedaniya wan, destkeftiyên şoreşa biparêzin û hîn zêdetir xebatên xwe xurtir bikin ji bo em bikaribin xwedî li wan hevalan derbikevin.”