GIRKÊ LÊGE – Li bajarê Girkê Legê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civînekî li darxistin. Bi dehan ciwan ji hemû pêkhateyan beşdarî civîna di navenda PYD de bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên doza azadiyê, Şiar Gulo axivî û bal kişand li ser rewşa heyî ji hemû aliyên siyasî, leşkerî û aborî û qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir li ser herêmên parastina Medya û li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi armanca têkbirina projeya demokratîk a Sûriyê, ku weke çareseriya pirsgirêk û krîzên Sûriyê tê dîtin.
Şîar Gulo di axaftina xwe de bal kişand jî li ser girîngiya rola ciwanan di vê qonaxê de di parastina destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê de û pêwîstiya têkbirina plan û komployên dijmin ên li dijî ciwanan.
Ji aliyeke din ve di civînê de behsa rewşa rêxistinî ya ciwanan li bajarê Girkê Lêge hate kirin, behsa zehmetî û astengiyên ku li pêşiya wan hat kirin û ji bo derbas kirina wan pilansazî hatin pêşxistin.
Civîn bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Apo a li girtîgehên Îmraliyê bi dawî bû.