DRAGUIGNAN – Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dest bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin kirin û di nava pêşengên Têkoşîna Azadiyê de cih girtin, bi wesîleya 42’yemîn salvegera şehadeta xwe li Draguignan hatin bibîranîn. .
Di çalakiya bîranînê de ji bo Baran Mawa yê di 7’ê Tîrmeha 2018’an de li Botan Feraşînê şehîd bibû, Berjîn Zenda yê di 7’ê Tîrmeha 2021’an de li Heftanînê şehîd bibû û ji bo şehîd Serxwebûn Rewan jî merasîmek hate lidarxistin.
Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir, bi axaftina li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nûrî Sewas berdewam kir.
Nûrî Sewas: “Em soz û baweriya xwe ya bi Rêbertiya xwe ya bi vê Şoreşa ku ji aliyê gerîlayên me yên qehreman ve hatiye destpêkirin dubare dikin û em soz didin ku em ê li ser vê rêya ku wî vekiriye bimeşin.”
Nûrî Sewas got, “Em berxwedana gerîlayên xwe yên li çiyayên Kurdistanê di van rojên dijwar û şert û mercên dijwar de silav dikin û soz didin ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li cem wan bin. Tevgera Azadiya Kurd wê bi ser bikeve. Gerîlayên me yên qehreman teqez wê serkeftinê bi dest bixin. Em sersaxiyê ji malbat û xizmên şehîdan re dixwazin.”
Piştî axaftina Nûrî Sewas sînevîzyona ji bo şehîdan hatibû amadekirin hate pêşandan.
Merasîm bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.