HELEB – Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Helebê bi boneya salvegera 42’emîn a berxwedana dîrokî ya ku di 14’ê Tîrmehê 1982’an de li girtîgeha Amedê li dijî faşîzmê dewleta Tirk hat dest pê kirin û ji bo bîranîna şehîdên wê yên pêşeng Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz sînevîzyonekî pêşkêş kirin.
Di serî de li ser navê Ciwanên PYD axaftinekî li ser berxwedana girtiyên tevgera azadiyê hat kirin. Piştre sînevîzyon hat temaşe kirin û ji bo bîranîna şehîdan mûm hatin pêxistin.