DERAZOR- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêra Zorê li herêma Maamelê meşek meşaleyî organîze kirin.
Di meşê de hemû tevgerên ciwanan amade bûn.
Meş ji ber nexweşxaneya bajêr a li herêma Maamel heta dorhêla Eşra berdewam kir. Beşdarwanan dirûşmeyên silavkirina berxwedana 14’ê Tîrmehê, azadiya fîzîkî ya Rêber APO û silavkirina berxwedana gerîla ya li çiyayan berz kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de ji aliyê rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a DêraZorê Soha El-Saîd ve hate gotin ku berxwedana zindana Amedê ku bûye destpêka şoreşa gelan, pişta dijmin şikandiye û gel ji bindestiyê lidarxistiye.