WAN- Bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku bi pêşengiya Şehîd Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hat destpêkirin, ji aliyê Meclîsa Ciwanên Partiya DEM’ê ya Wanê ve li gelek taxên Wanê gelek çalakiyên nivîsandina duvarê hatin lidarxistin.
Ciwanan bi dirûşmeyan berxwedana Mazluman û Kemalan silav kirin û li gelek navendan wêneyên şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê daliqandin.
Ciwanan her wiha bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û ciwanan gotin, “Em ê bi vîna Mazluman tecrîdê bişkînin” û politikayên izolasyonê ku li ser girtîgehan tê meşandin protesto kirin.