NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK Wan di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” bi çalakiyên xwe şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Ciwanan li Taxa Gundogdûyê bi pankarta “Em ji Tevgera PKK’ê ferî Berxwedanê bûn, ne teslîmbûyinê” hatin vekirin û bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” dawî li çalakiya xwe anîn.
Her wiha ciwanên ku ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên tecrîda li ser Rêber APO, li gelek kolanên Wanê çalakiyên nivisa li ser duwaran kirin. Li Taxa Fîskaya ya Amedê, “Ciwan bi silavên Laz Kemal tên” “Ji Zîlanê Heta Zapê” Silav Bidin Rojê” “Hûn li çiya ne, em li bajar in, berxwedan her der e” li çalakiyên nivisa li duwar li darxistin.
Her wiha li navçeya Amed a Sûrê jî pankarta “Berxwedana 14’ê Tirmehê rêya azadiyê mîsoger dike” hat daliqandin.