STUTTGART – Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dest bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin kirin, li Stûttgartê çalakiya bîranînê li dar xistin. Di axaftinên li ser girîngiya Berxwedana Zindana Amedê de hate destnîşankirin ku berxwedana Rojiya Mirinê roja me ronî dike.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de sînevîzyona ku li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin hate pêşandan.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.