HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê sibeh wê dest bi kongreya xwe ya 4’emîn bike ku wê 2 roj berdewam bike. Kongre ku berî mehek û nîv hat taloq kirin, wê niha bi dirûşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê emê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” were li darxistin.
Kongre wê bi bernameyên çandî û werzîşî dest pê bike û di roja duyemîn de jî bi nîqaşên rêxistinî bidome. Tê peyîn ku wê bi hezar ciwanan tevlî kongreyê bibin.
Îro endamên Ciwanên Şoreşger cihê kongreyê xwe amade kirin û bi pankart, al û wêneyên şehîdan xemilandin.