HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn di bin dirûşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê emê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li dardixin.
Kongre bi amadebûna hezaran ciwanan ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Lîstokgeha Gweranê a bajarê Heseke dest pê kir. Lîstokgeha bi wêneyên Rêber Apo û wêneyê şehîdên ciwanan ku bûn pêşengên şoreşê hat xemilandin.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê cîgerê hevserokatiyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî.
Di axaftina xwe de di serî de tevahî şehîdên şoreşa Rojava û Kurdistanê bibîranî û diyar kir ku van 12 sal, yên ku şoreşgertiyekî rast meşandin tevgera apoyî û ciwanên şoreşger bûn. Her wiha, diyar kir ku eger heya niha ji hemû aliyan ve êrîş li ser şoreşa Rojava, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser çiyayên Kurdistanê û li dijî Rêber Apo, ev tê wateyê tevgera apoyî xurt e û di rêya rast de dimeşe. Destnîşan kir jî ku van êrîşên ne tenê fîzîkî, lê bi taybetî li ser jin û ciwanan, ku pêşengên şoreşê ne, her cûreyên êrîşên şerê taybet. Di dawî de Hesen Koçer got ku wê bi pêşengtiya jin û ciwanan şoreşê bi serbikeve.
Piştî axaftina vekirinê, sînevîzyonekî bi perspektîfên Rêber Apo derbarê ciwanan hat temaşe kirin.
Bername bi tevlîbûna komên hunerî berdewam e. Sibeh jî wê nîqaşên rêxistinî werin meşandin.