HESEKE -Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn di bin dirûşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê emê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li dardixe.
Piştî roja yekemîn a ku bi hezaran ciwanan tevlî bernameyên çandî bûn, îro hezar delege yên Ciwanên Şoreşger li salona Serdemê ya bajarê Heseke beşdarî nîqaşên rêxistinî yên kongre dibin.
Di serî de xalên kongre hatin diyar kirin. Piştî wê, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin.
Piştre jî peyamekî ji endamê rêveberiya Komalên Ciwan Ozgur Şerker hat temaşe kirin.
Kongre bi xwendina rapora Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi nîqaşên rêxistinî berdewam e. Rêziknameya tevgerê jî were nû kirin û Meclîsa Ciwanên Şoreşger were hilbijartin.