HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn di bin dirûşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê emê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li dardixe. Piştî roja yekemîn a ku bi hezaran ciwanan tevlî bernameyên çandî bûn, îro hezar delege yên Ciwanên Şoreşger li salona Serdemê ya bajarê Heseke beşdarî nîqaşên rêxistinî yên kongre dibin.
Piştî temaşekirina peyamekî ji aliyê endamê rêveberiya Komalên Ciwan Ozgur Şerker ve, endamê Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Laleş Êzîdî axivî û serkeftin ji kongreyê Ciwanên Şoreşger xwest.
Her wiha, peyamên TEV-DEM, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Êzîdxan, Ciwanên Suriyanî, Partiya Sûriyê Pêşerojê û Komîna Enternasyonalîst a Rojava ji kongre re hatin xwendin.
Piştî wê rapora Tevgera Ciwanên Şoreşger derbarê rewşa siyasî û rewşa rêxistinî ya tevgerê hat xwendin. Di raporê de hat diyar kirin ku divê ciwanên şoreşger tekoşînê xwe bigihînin asta şkandinê tecrîdê li ser Rêber Apo û hat dest nîşan kirin ku fêmkirina Rêber Apo di nav ciwanan de kêm e. Her wiha, hat gotin ku di demê dawî de xebatên girîng ên perwerde hatin meşandin, bi taybet bi pêşxistina grupên xwendina parêznameyên Rêber Apo û bi li darxistina konferans û komxebatên li ser fikirê Rêber Apo. Hat gotin jî ku hemleyê Cenga Azadiyê Serbixin ê ku zêdetirî salekî berî hat dest pê kirin bi xwe re encam di aliyê çalakbûnê de anî. Hat diyar kirin jî ku rêxistinkirina ciwanan di asta komînan de heya niha di astekî lewaz de ma û pêwîst e bibe bingehê xebatê ciwanên şoreşger, da ku rolê xwe di avakirina civaka demokratîk û polîtîk were lîstin.
Sînevîzyonekî li ser kar û xebatê Tevgera Ciwanên Şoreşger û li ser pêşengên wê ku di demê dawî de hatin temaşe kirin. Tê de jî perspektîfên Rêber Apo û endamên rêveberiya tevgera azadiyê ji bo ciwanan û gelê welatparêz hatin guhdarkirin.
Bê navber, ciwanan bi coş dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Gerîla”, “PKK” û “Ocalan” berz dikin.
Kongre bi nîqaşên rêxistinî berdewam e.