HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn di bin dirûşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê emê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li darxist.
Di Kongreyê de 5 ciwanan (xortekî û 4 jinên ciwan) derketin li ser dikê û soza tevlîbûna di nava tevgera azadiyê de dan. Ciwanan ku soza tevlîbûn dan, diyar kirin rêyê Rêber Apo û şehîdên şoreşê weke rêyê serkeftinê dibînin û wê vê rêyê bişopînin da ku dagirkeriyê têk bibin û civakekî azad ava bikin.