DÛHOK- Li gorî nûçeya Rojnewsê, dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî derdorê saet di 09:40’an de bi balefirên bê mirov sînorê Şêladizê yê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kir.
Hate diyarkirin ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de 2 welatî hatine qetilkirin. Derbarê nasnameya welatiyên şehîd bûne de agahî nehatin bidestxistin.
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê roj bi roj dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdeng in.