NAVENDA NÛÇEYAN-
Rubar Adar bi navê malê Mehmet Emin Akpınar di 7’ê Gulanê 1993 li Şirnex Gundê İdil dayik dibe û bi amrê biçuk de ji ber rewşa aborî bi malbata xwe re derbasî metropolê Tirkiyê dibe. Li Stenbol zû dikevê karê terzixanê û di vir de lehurbûnên wê li hember pergala kapîtalîst çedibin.
Dema ti terzîxanê dixebitê di nava xebatên ciwanên welatparêz jî cihê xwe digrê û piştî 8 sal dibin bandora şerê Kobanê û agahiya şehadeta xwişka xwe ve biryara xwe ya tevlîbûnê dide. Bi tevlîbûna xwe Heval Rûbar biryar da ku ev tekoşîna ku bi deste şehidan hatiyê destpêkirin heya şoreşê pêk binin û temam bikin. Bi 21 saliya xwe dikevê kar û xebatên rexistinê û bi serkeftî di nava metropolê Stenbolê kar dimeşîne.
Rêhevalê heval Rubar, Deniz Serhad ku di xebatên Stenbolê di sala 2015’an de Heval Rubar naskir bîraninên xwe anîn ser ziman û diyar kir ku, Heval Rûbar şuna ku piçu xuya dikir jî malbatan, insanên bi emir û hevalên derdora xwe bi sekna xwe û lehurbûna xwe bandor kir.
Di we pevajoye de ku digotin pevajoya aşitiyê jî, Rubar Adar rewş bi awayekê rast tespît kir û got ‘hazirtiya me aşitiyê tine ye’ û hewl dida bi çalakiyên ciwanan de bal bikşîne ser kar û xebatên ciwanan. Dema ku hazirtirya şer di nava berxwedana reverberiyên xweser despê kir Heval Rubar li Nisebîn cihê xwe girtîbû û rixmê ku israr kirin ku heval Rubar ji qadê derkeve jî heval Rubar dernaket.
Heval Rubar kîn û nefreta xwe li hember dijmin, bi xwendina xwe hin kurtir kir û di jiyanê de hewl dida li hember rastiya dijmin xwe û hevalên xwe biparêze û bi hevaltiya xwe derdora xwe jî bide femkirin.
Dema ku Heval Rubar di şerê bajarê Nisebîn de di sala 2016’an Şehîd ket bandorekê mezin hişt. Rixmê ku Heval Rubar demekê kin de di nav rexistinê de cihê xwe girt jî bi tevlîbûna xwe ji bo ciwanan bû mînak.