NAVENDA NUÇEYAN-Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji endamên TekoJIN’ê ji ciwan û jinên ciwan re banga helwest dayînê:
“Artêşa Tirk hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Di van rojên dawî de operasyonên leşkerî zêdetir bûne. Êrîşên hewayî pêk anîn û zêdetirî 300 tank û çend hezar leşker ji sînor derbas bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê jî di nav wan de ne. Şêniyên gund neçar man malên xwe biterikînin û ji aliyê artêşa Tirk ve werin dagirkirin. PKK li çiyayên azad ên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya gelan û li dijî kolonyalîzmê têdikoşe.
Dewleta Tirk daxuyand ku ew bi biryar e ku PKK tine bike. Dewleta Tirk dixwaze li çiyayên azad ên PKK’ê rêyeke kolonyal ava bike. Divê em pêşî li girtina daîmî bigirin. Em ji we bawer dikin. Dem dema rabûna xwe ye! Ji dibistanê heta zanîngehê, ji malên me heta kolanan çalakiyan li dar bixin. Ji ber ku parastina çiya tê wateya parastina demokrasiyê.”