TEBQA- Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqa bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” şahiyek li dar xist.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên azadiyê bi taybet cangoriyên Rojava destpê kir. Piştre endama Desteya Ciwan û Werzîşê Semîra Ehmed li ser girîngiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî. Semîra anî ziman ku “Şoreşa ku li bajarê berxwedanê Kobanê dest pê kir, bi lez û bez li hemû bajarên Rojava û Ereban belav bû û şoreşa Rojava bû hêviya hemû gelan bi taybet gelê Ereb.”
Piştî axaftinê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava bi coşek mezin bi tilîlî, stran û govendan hat pîrozkirin. Bênavber sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” hatin avêtin.