NAVENDA NÛÇEYAN-
Di 2’ê Heziranê 1979’an de Rêber APO derbasî Suriye bû û gavên despêke ser axa Kobanê avet. Ev bû sedem ku gelên Rojavayê Kurdistan û taybet Kobanê bi Rêber APO re ji destpêkê heta roja me ya îro girêdayê bin.
Di 19’ê Tîrmehê 2012’an de çirûska şoreşê ji Kobanê pêket û derbasî herema Efrîn û Cizîrê bû.
Şoreşa Rojava aliyê gelek ciwanên 4 parçe Kurdîstanê ve despê kir û bi hêza gelên me yên welatparêz bi tamamî bajarê xwe ji hişmendiya DAÎŞ û gelek hêzên dagirker û qirker rizgar kirin.
Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê bi armanca dagirkirina herema Kobanê bi awayekê hovane dest bi êrîşa herema Kobanê kirin. Berê wê jî ciwanên heremê bi hêzen rizgarkirî ya YPG û YPJ derdora Kobanê heya Girê Spî li hember çeteyên DAÎŞ û Al-Nusra şer kirine.
Banga serferberiye: Rêber APO di zindana işkence û tecrîd ya Imralî ji bo parastina Kobanê serferberî îlan kir û li her derî ciwanên Kurdistanê û derve welat xwedî banga Rêber APO derketin û berê xwe dan bajarê Kobanê.
Ciwan ji her derî de hatin û şer kirin
Çeteyan li aliyê başur, rojhilat û rojava bi çeken giran êrîşî bajarê Kobanê kirin û ciwanên welatparêz ku ji her aliyê Kurdistan û derveyê welat hatin û bi derfetên kêm lê bi moralekê bilind li hember wan çeteyan şer kirin.