Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

KCK’ê 33 têkoşer bibîr anîn: Em têkoşîna yekbûyî mezin bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, da xuyakirin ku têkoşîna yekbûyî ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ku di xeta şehîdên Pirsûsê de pêş dikeve, faşîzma AKP-MHP’ê aniye ber hilweşandinê û bang li hemû hêzên azadîxwaz kir ku têkoşînê xurt bikin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
19/07/2024 - 9:48
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Em Şoreşa Rojava silav dikin, girîngiyê didin diyaloga li Sûriyeyê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, 33 ciwanên sosyalîst ên ku di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAÎŞ’ê ya 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin qetilkirin, bi bîr anî.

Di daxuyaniya KCK’ê ku bi wesîleya 9’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê hat weşandin de ev tişt hatin gotin:

“Li dijî ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyî ku bi Şoreşa Rojava re di nava piştevaniyê de bûn û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatin Pirsûsê, 20’ê Tîrmeha sala 2015’an êrîş hat kirin û di êrîşê de 33 endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst hatin qetilkirin. Em di 9’emîn salvegera komkujiyê de careke din vê êrîşa bi nemerdî bi tundî şermzar dikin. Em 33 şehîdên bi nirx yên di êrîşê de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ya bi nirx ditewînin.

HELWESTA HERÎ RAST A GIRÊDANA BI ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ RE PARASTINA ŞOREŞA ROJAVA YE

Têkoşîn û sekna hêzên demokratîk, sosyalîst û şoreşger a ji bo hevgirtina bi gelê Kurd û Şoreşa Rojava re, di pêşketina têkoşîna yekbûyî ya li dijî kedxwarî, paşverûtî û faşîzmê de roleke gelekî girîng lîstiye. Ev têkoşîna yekbûyî projeyên nîjatperest, paşverû û faşîst ên bi mebesta ku li Tirkiyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn serwer bibin, têk biriye. Şehîdên Pirsûsê sembola vê têkoşînê ne. Têkoşîna şehîdên Pirsûsê berdewama xeta ku li ser şopa Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Hîkmet Kivilciman bi pêş ket. Şoreşgerê mezin Denîz Gezmîş ku li ser sêpeya sêdarê helwesta xwe ya piştevaniya bi Kurdan re anî ziman, diyar kir ku ev yek çiqas girîng e. Rêber Apo nirxeke mezin daye vê helwestê û bi vî rengî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêş xist. Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a yekbûyî ya gelan e ku ji vê xetê derketiye holê. Li ser vê bingehê, helwesta şoreşgerî ya herî rast a parastina Şoreşa Rojava ye ku şoreşa hevpar a gelan e. Teqez helwesta herî rast a girêdana bi şehîdên Pirsûsê re ev e.

Hewldan û têkoşîna gelê Bakurê Kurdistanê û tevgerên şoreşger ên sosyalîst ên li ser navê gelên Tirkiyeyê hat meşandin, di şikandina êrîşên DAÎŞ’ê û azadkirina Kobanê de diyarker bû. Ev têkoşîn û encamên vê têkoşînê di sîstema paşverû, faşîst û mêtinger de şikestinek pêk anî û planên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têk bir. Azadkirina Kobanê ji bo têkçûna desthilatdariyê xwedî ciheke dîrokiye. Ji ber ku bi destê DAÎŞ’ê dixwestin Kobanê têk bibin û piştre rejîmeke paşverû, nîjadperest û faşîst li tevahiya Rojhilata Navîn belav bikin, armanc ev bû. Armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybetî bi Komkujiya Pirsûsê re, pêkanîna vê projeyê bû. Piştî vê dîrokê êrîş û komkujiyên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, armanc ew bû ku vê projeyê ji nû ve pêk bînin. Êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku îro jî dewam dikin, di nava vê çarçoweyê de ne.

TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ YA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ BÊHTIR WERE XURTKIRIN

Têkoşîna yekbûyî ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ku di xeta şehîdên Pirsûsê de bi pêş ket, bi teqezî faşîzma AKP-MHP’ê aniye ber hilweşînê. Desthilatdariya faşîst di nava xitimandin û têkçûnê de ye. Di pêvajoyeke rizîn û belavbûnê de ye. Lê belê bi planên nû û zêdekirina êrîşên xwe yên qirkirinê re hewl dide ji vê rewşê derkeve û projeyên xwe yên faşîst, paşverû û mêtinger bi cih bîne. Êrîşên berfireh ên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê di nava vê çarçoveyê de ye. Her wiha polîtîkaya desteserkirina îradeyê jî di nav vê çarçoveyê de ye. Li Îmraliyê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo di nav vê çarçoveyê de ye. Li aliyê din ji bo Sûriye û Rojava planên nû tên kirin. Bi vê armancê ye ku şefê faşîst Tayyîp Erdogan dixwaze bi dewleta Sûriyeyê re têkiliyê deyne. Ji bo ku ji hilweşînê xwe rizgar bike û projeyên xwe yên faşîst, nîjatperest û paşverû bi versiyonên nû bi cih bîne di nava hewldanê de ye. Li dijî van polîtîkayên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi pêş dixe, xurtkirina têkoşîna yekbûyî helwesta şoreşgerî ya herî rast e. Hêzên şoreşger, demokrat, sosyalîst, azadîxwez divê bi vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin û têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê bêhtir xurt bikin. Li ser vî esasî em bang li her kesî dikin ku têkoşînê hê mezintir bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HRE: 2 Leşkerên Tirk û 5 çete hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Tiliyek li ser tetîkê ye ya din jî li ser tuşa REC a kamerayê ye

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Tiliyek li ser tetîkê ye ya din jî li ser tuşa REC a kamerayê ye

Tiliyek li ser tetîkê ye ya din jî li ser tuşa REC a kamerayê ye

Li Berlînê bi boneya 12. salvegera Şoreşa Rojava sînevîzyon hat pêşandan

Li Berlînê bi boneya 12. salvegera Şoreşa Rojava sînevîzyon hat pêşandan

Manşet

  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.