BERLÎN- Komuna Ciwanên Enternasyonalîst a Berlînê bi boneya 12. salvegera Şoreşa Rojava êvara Pêncşemê sînevîzyonek li dar xist. Belgefîlma derhêner Antonia Kilian a bi navê “Rêyê din ê çem” hat pêşandan.
Êvara Pêncşemê 80 kes li Kreuzberg a Berlînê ji bo pêşandana sînevîzyonê ya ku ji aliyê Komuna Ciwanên Enternasyonalîst a Berlînê ve hat organîzekirin, kom bûn. Piştî axaftina li ser destpêka Şoreşa Rojava, berfirehî û girîngiya êrîşên li ser qadên parastinê yên Medyayê û kampanyaya ji bo azadiya Rêber APO, belgefîlm bi êvarê hate pêşandan. Dûre mêvanan bi baldarî li belgefîlma jiyana Hala, jina ciwan a Ereb ku Asayîşa Rojava de cîh digre ye temaşe kirin. Temaşevanekî diyar kir, fîlm jina ciwan Hala nîşan bide ka şoreş tê çi wateyê û çarçoweya azadiya jinê li hember veguhertina giştî ya civakî.
Piştî fîlimê, Komuna Ciwanan a Berlînê ragihand ku ew ê di meha Tebaxê de di çarçoveya bernameya xwe ya havînê de fîlmên din ên li ser mijarên aktuel, bi taybetî mîlîtarîzekirinê, nîşan bidin.