SÊRT – Cenazeyê gerîlayê azadiyê Zinar Amanos (Lokman Erbek) ê ku di operasyonên dagirkeriyê yên li Bêdlîsê de heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd ket, piştî 4 salan radestî malbata wê hat kirin.
Cenazeyê Lokmen Erbek (Zinar Amanos) ê ku di 7’ê Hezîrana 2020’an de li Bêdlîsê di pevçûna ku derketibû de şehîd bibû, piştî 4 salan radestî malbata wî hat kirin. Malbatê duh cenaze ji goristana bêkesan a Bedlîsê wergirtin û anîn Sêrtê. Cenaze li Goristana Zevye hat definkirin. Polîsên Dewleta Dagirker astengî li kesên ku xwestin tevlî merasîma cenaze bibin, kirin.