NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker ku derbeyên giran li hêzên gerîla xwar û ev yek ji raya giştî veşart, neçar ma ku ragihîne ku li Zapê, di nava Herêmên Parastinê yên Medyayê de yarbeyek hatiye kuştin. Wezareta Tirkiyê ragihand, leşkerê ku ji aliyê Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ve hatiye kuştin, Abdullah Cem Demirkan e.
Dewleta Tirk derewa ku tê gotin Yarbay ê ji aliyê gerîlayan ve hatiye qetilkirin di encama teqîna mayinekê de jiyana xwe ji dest daye, hembêz kir.
Di dema ku hate dîtin ku çalakiyên gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên hewayî û bejayî zêde bûne, Gerîla TV dîmenê çalakiyê weşand. Dewleta Tirk her çiqas gelek windahiyên xwe bide jî ji raya giştî vedişêre.