BEHDÎNAN- Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Herêma Geverê;
Di 17’ê Tîrmehê de li herêmên Gundê Civyan, Şargulata û Gundê Sêgûza yên Geverê 3 kamerayên mobeseyê yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn danîn, hatin tespîtkirin û îmhakirin.
Herêma Metîna;
19’ê Tîrmehê saet 20:00’an li herêma Berxwedana Dergelê bi çekên ferdî û navîn êrîş li dagirkeran hatiye kirin. hedef kirin. Mewziyên dagirkeran hedef hatin girtin û 2 çeper hatin rûxandin. Destwerdana di çalakiyê de 2 mewziyên din ên dagirkeran ên xwestin êrîş bikin hatin hedefgirtin û bi awayekî hemwext hatin derbkirin. Li vir jî 2 Mewzî hat rûxandin û her 4 dagirker hatin cezakirin.
Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
Di 17’ê Tîrmehê de kamerayeke Mobesse ya dagirkeran a li Herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîkeke sûîqestê hate rûxandin. 18’ê Tîrmehê saet 05:40’an de dagirkerên ku xwestin kameraya Mobesse ya hatiye rûxandin li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî biguherînin, bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
19’ê Tîrmehê saet 18:00’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Baharê bitevger bûn, bi çekên navîn ên otomatîk hatin hedefgirtin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe;
Di 18’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM du caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 18 û 19’ê Tîrmehê de herêmên Lolan, Kolît, Şehîd Şerîf ên 6’an jî yek car; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 25 caran hatiye bombekirin. Di 20’ê Tîrmehê de herêma Berxwedanê ya Şehîd Delîl Gire Bahar a herêma Rojavayê Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.”