BERLÎN- JXK (Jinên Xwendekarên Kurdistanê) ji bo balê bikişînin ser 12. salvegera Şoreşa Rojava û dîlgirtina Rêber APO, li Zanîngeha Berlîn Freîe çalakiyek li dar xistin.
Despêkê sînevizyon, pêvajoya pêşketinê û felsefe û îdeolojiya Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmehê de li Kobanê dest pê kir û bi lez û bez belav bû, hate nîşandan. Dema ku xwendekaran bi baldarî li vîdyoyê temaşe kirin, li ser pirsên ku hatine kirin nîqaşên kûr hatin kirin.
Piştî sînevîzyonê bal hat kişandin ser dîlgirtin û tecrîda 26 salan a li ser afirînerê Şoreşa Rojava û Rêberê gelan Rêber APO û pêwîstiya berfirehkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat îfade kirin.