NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiya li bejahiya Zırganê de 3 çeteyên dewleta Tirk ên dagirker hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de; Di 17’ê Tîrmehê roja Çarşemê de hêzên me yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî komek çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi bandor li dar xistin û di encamê de gelek çete hatin kuştin.
Li gundê Xirbet El-Şaîr ê navçeya Zerkanê operasyon hat lidarxistin. Hêzên me li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gund kom bûbûn çalakiyek bi bandor li dar xistin. Di van çalakiyan de 3 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.
Em diyar dikin ku em ê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me û gelê me, eme dudilî nebin û mafê me yê qanûnî yê bersivdayîna van êrîşan bikarbînin.”