PARÎS – Li paytexta Fransa Parîs’ê, li dijî dewleta Tirk a faşîst a ku rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO weke amûra şantajê bi kar anî, li paytexta Fransa Parîsê meşek hate lidarxistin.
Her wiha di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê hate protestokirin. Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî ” de pankartên Rêber APO û alên PKK’ê bi pêşengiya ciwanên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer), TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî de hatin vekirin .
Di meşê de her tim dirûşmên “Bîjî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bimre Xiyanet -Bijî Berxedana Gerîla” hatin berzkirin.