MARSÎLYA – Gelê Kurdistanê û dostên wan ên li Meydana Canabierre ya Marsîlyayê li hev civiyan, li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber APO û li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst heta Parlamenta Ewropayê meşiyan. Girseya gel hat Parlamentoya Ewropayê û li wir daxuyaniya çapemeniyê da.
Di daxuyaniya çapemeniyê de bertek ji bo daxwaza dewleta Tirk a faşîst a ji bo bazara li ser tecrîda Rêber APO hat nîşandan. Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN, Kurdistanî û dostên wan li Qada Canabierre ya Marsîlyayê hatin cem hev û ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan. Di meşê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bimre Xiyanet” û “Jin Jiyan Azadî” hatin qîrîn. Di meşê de li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO daxuyanî hat xwendin û li derdorê belavok hatin belavkirin.
Girse gihişt ber Parlamentoya Ewropayê, ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre bi zimanê Fransî daxuyanî hat xwendin. Piştî vê yekê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê Erhan Karayazî axaftinek kir. Erhan Karayazî bal kişand ser berxwedana bênavber a Rêber APO ya di Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê de û bertek nîşanî bazariyên qirêj ên bi rêya Rêber APO ve hatin kirin.
Erhan Karayazî “Dewleta Tirk a faşîst ku dixwaze Kurdan înkar û tine bike, tevî hemû hêza xwe ya teknîkî derbên mezin li gerîlayên azadiyê dixwe. Erhan Karayazî got, “Li aliyê din PDK’ê di xeta îxanetê de israr kir, gelek gundên Başûrê Kurdistanê vala kir û rê li ber dewleta Tirk a dagirker vekir. Divê li dijî xiyanetê dengê xwe bilind bikin û xizmeta yekîtiya neteweyî bikin.”