NAVENDA NUÇEYAN- Ji bo bîranîna şehîd Vejîn Jiyan
Ey welat!
Di heyvek tijî de
Min xewnên xwe danî ser milê xwe û min xwe spart bilindahiyan
Mirina ku di zikê te de tov dide
Jiyanek ne hêjayî jiyanê
Ew hêrsa ku dabû li ber devê namluyê bû.
Di vê valahiya bê aso de ku zilm serdest e
Li min tê ku ez mîna gerîllayekî bikenim
Li ser axa dilê min a bi bereket
Min tenê evîna te jiyan kir
Niha di vê şerê mahşerî de
Ev dirûna evînê ye, jiyana min.
“Cizîr, Cizîra Botan. Mala qedîm a vejîn û berxwedanê. Dilê dêrîn a Botanê ku her dem ber bi azadiyê ve lêdixe. Bajarê pîroz ku xwedawend afirandin. Bajarê evîna destana Zînê û paytexta şehîd û şehîdan ku gelek leheng afirandin.
Di dîroka mirovahiyê de hin tişt hene ku carinan qederê diguherînin û dibin sedema destpêken nû. Carinan ev bûyerek, carinan lehengek, carinan bajarek, carinan çirûskek e. Cizîr yekane bajarê serhildanan e ku van hemûyan dihewîne. Li cihê ku dijmin gotiye “me hêviyên wan kuşt” Bajarê neşikestî ye ku hêviyên xwe ji hembêza xwe belav dike û li seranserê Kurdistanê belav dike. Cizîra pîroz bajarê rûmetê ye, ku zarokên xwe ji dilê xwe şandiye çiyayên azad jibo bibe lehengek û layiqî dîroka xwe bibe..
Heval Vejîn Jîyan di sala 2000’an de, piştî komploya navneteweyî salek di nava malbateke welatparêz de weke zarokekî vî bajarê birûmet hat dinê. Hem bi çanda welatparêziya taxa Cûdî ya ku lê ji dayik bûye û hem jî bi tevlîbûn û şehadeta malbata xwe di temenekî biçûk de partiyê nas kir.
Di sala 2015’an de dewleta Tirk a faşîst li dijî herêmên parastinê yên Bakur û bi giştî Heremên Parastina Medyayê dest bi êrîşeke berfireh dike. Li hemberî van êrîşan ciwanên Kurdistanê helwesteke dîrokî nîşan dan, li gelek bajaran xendek kolandin û bûn çeperên berxwedanê. Cizîra Botan, bajarê serhildanan jî yek ji wan cihên ku mînakeke bi heybet a berxwedana parastina gel nîşan dide. Nehiştin dijmin bikeve hundir û şer lê dijwar bû. Helwestên Mehmet Tûnç ên li hemberî êrîşên qirkirinê yên dijmin gelekî zelal in. Wê ti carî teslîm nebin, heta nefesa xwe ya dawî li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Destana berxwedanê bi pêşengiya bi dehan ciwan û jinên ciwan tê nivîsandin.
Heval Vejîn yek ji şahidên herî nêz ên vê destanê ye. APOGER’ekî şahidê bingehîn ê îrade û berxwedanê ye. Ev hemû taybetmendiyên ku wî dîtiye rêça wî diyar dike. Ew ê bi tenê li tiştên ku dibîne têr nebe, ew zanebûna xwe ve berpirsiyartiyên mezin hilgire li ser milê xwe.
Ne pêkan e ku em vê jiyana şaş a ku pergalê daniye pêşiya me rast bijîn. Ji bo vê jî ji bilî bûyîna Zîlan, Bêrîtan û Viyanate li ser şopa xwedawendan ti rê nemaye. Û ew jî bi hemû dilpakî û bê dudilî vê rêyê hildibijêre.
Ji Cîzîra Botan derbasî Nisebîna rengîn dîbê û li ser şopa Dersîm û Hebûna soza şopandina van qehramanên mezin dide ku bibe neferekî riya azadiye. Derketina xwe ya ji Cîzîra Botan de Ş.Vejîn wisa pênase dikir; ‘’ Min pişta xwe dabû Cîzîra Botan û edî ez rewîyekê Merdîne bûm, lê giraniya hemû dîrokê ketibû ser mile min û linge min, min pêşde nedibir. Ez zivîrîm û min pişt xwe meyze kir û min got; ‘’ Wê vêger çêbibe, wê vêger li ser esase întîqamê çêbîbe’’ bî vî rengî soza xwe dide û çawa digihîje Merdîne dikeve nav lêgerekê ku xwe bigihîjîne ew gotina ku bi salana jê re her wek mucîzeyekê, wek sihrekê hatibû ‘’heval’’ en bibîne û bibe parçeyek jiwan hevalen. Nîsabîna Rengîn bi qehreman û fedaîyên xwe ve jê re hembeza xwe vêkiribû. Edî Vejîn bûbû lêgervanek ji heqîqeta Rêber Apo ku ji bo wê ‘’jinûve hatine dine bû ev’’ jiber vê yeke edî ew bûbû VEJÎN JIYAN!
Piştî ku Heval Vejîn tevlî dibe, di nava Komale Jînên Ciwan de beşdarî xebatên ciwanan dibe. Di demeke kin de xwe perwerde dike û dibe milîtanekî APOGER’i. Bi taybetî li Şengal û Rojava di gelek waran de xebatên giring dike.
Ji ber helwesta xwe ya îdeolojîk a bê tawîz ji aliyê rêhevalên xwe û qadên ku lê dixebitî zav tê hezkirin û di demeke kin de bi helwesta xwe ya fedaî derdikeve pêş. Rastiya ku di hemû biryarên ku xebata xwe de girtiye de bênavber û zelal bû, ev kûrbûna wî ya di îdeolojiya Rêbertiyê de îfade dike.
Di dîrokê de koletiya yekemîn li ser jinan ve hatiye destpêkirin. Lewma êdî azadiya civakê ancax bi azadiya jinê pêkan bû. Ji ber vê yekê Heval Vejîn di dilê xwe de evîna azadiyê bi hişmendiya xwe re kir yek û rêwîtiya xwe ya ber bi heqîqetê ve domand. Yek ji taybetmendiyên wî yên herî diyar ew bû ku tiştên ku dizanibû bi xwe re sînordar nedikir. Polîtîkayên qirêj ên dijmin li ser ciwanên Kurdistanê eşkere bû. Dijmin ciwan û jinên ciwan, bi jiyana yoz û çandek qirêj, ber bi tola tiryak û fuhûşê ve kişand. Bi vê armancê dihat xwestin ku di şexsê ciwanên Kurd de gelê Kurdistanê lewaz û bêhêvî bihêlin. Heval Vejîn bi çeka xwe ya herî xurt, bi hişmendiya xwe ya rêxistinî, li hemberî vê têkoşîneke bêhempa daye. Ciwanên Kurd û Ereb perwerde kir û bi afirandina hişmendiya civakî ew xist in nava têkoşînê. Heval Vejîn bi fedekarî û dilnizimiya xwe û bi helwesta xwe ya îdeolojîk derdora xwe bandor kir.
Yên ku dixwestin civakê azad bikin divê pêşî xwe azad bikin. Ji bo vê jî ev jina ciwan a ku ji dilê Cizîra Botan derketibû, xwe ji hemû taybetmendiyên koledariyê yên pergalê paqij kiribû. Ew jineke milîtan a li ser şopa heqîqetê, APOGER bû. Dibe ku li Botan, Dêrsim û Bakur de nekarîbû xeyala xwe ya gerîla pêk bîne, lê ber bi wê ve diçû. Çawa ku 8 sal di jiyana xwe ya têkoşînê de bi têkoşîneke têr û tijî derbas kir, bi şehadeta xwe re jî di navbera Berxwedana 14’ê Tîrmehê û Pêngava 15’ê Tebaxê de bû pirek.
Li ser vê yekê em careke din Ş. Vejîn Jiyan bi bîr tînin, em soza xwe ya pêkanîna xeyalên wê yên şoreşgerî dubare dikin.”