NAVENDA NUÇEYAN- Analiz: Başûrê Kurdistanê were dagirkirin gelo cihê Barzaniyan wê li kuderê be!
“Pêwîste em vê pirsê li xwe bikin, çima Barzaniyan bi israr dixwazin Başûrê Kurdistanê teslîmî dagirkeriya dewleta Tirk bikin? Gelo Barzanî nafikirin ku piştî dagirkirina çiyayên Zap, Mêtîna û Avaşîn û bi giştî herêmên parastina medyayê artêşa Tirk berê xwe bide Hewlêr, Silêmanî û Kerkuk û bi giştî Başûrê Kurdistanê? Di vir de pirsek din derdikeve holê, eger ku Başûrê Kurdistanê were dagirkirin gelo cihê Barzaniyan wê li kuderê be?
Malbata Barzanî pêwîste baş were naskirin û şîrovekirin. Ji bo vê jî guftugoyên zêde jî pêwîstin. Lê tişta ku em dixwazin zelal bikin ewe ku ev malbat wer ne safe û di peywendiya xwe ya bi dewleta Tirk re xwedî çendîn hesabanin. Ev malbat bi taybetî jî di versiyona xwe ya herî dawî (Bav-Kur-Birazî) de berhemekî qezenca herî zêde ya modernîteya kapîtalîst e. Gava em dibêjin qezenc mebesta me qezenca madiye. Ev qezenc jî wekî tê îdiakirin ne ji bo xizmeta xelkê hejar yê Başûrê Kurdistanê ye. Berovajî ji bo xizmeta malbatê ye. Dema ku qezenc mijara gotinê be tê wateya ku çandên madî xwe ferz dikin ku ev jî bi temamî armanca modernîteyê ye. Di vir de em naxwazin bêjin malbata Barzanî ne modelekî ideolojik e, berovajî ew modelekê bi temamî ideolojikin ku ketine bin xizmeta çandên madî. Ji vir ve em digihijin ew xala ku Barzaniyan (Malbata Barzanî versiyona Bav-Kur-Birazî) wekî idia dikin qet eleqeya wan bi Kurdîtî, şoreş, welatparêzî ve nîne. Berovajî vê hêzekin di xizmea modernîteya kapîtalîst û hêzên rojava de xwe zengîn dikin. Sermayeyên wan ku nayê hesapkirin mulkên wan yên derveyê welat van rastiyan îspat dikin ku di rewşekî tinebûn yan jî dagirkirina Başûrê kurdistanê de wê yekser birevin.
Gelo mebesta me ji safnebûyîna vê malbatê çiye? Bêguman ev malbat bê hesab ji ber xwe ve rê li pêşiya artêşa Tirk venake ji bo dagirkirina wan cihên ku ew bi xwe lê nîştecihin. Pêwîste em vê yekê bizanibin eger PKK û gêrîlayê Azadiya Kurdistanê di Başûrê Kurdistanê de nebûna PDK û Barzaniyan artêşa Tirk ne dianîn Başur. Lê belê pirsgirêka mezin di vir de ye ku dewleta Tirk bi heman awayê Barzaniyan nafikire û hesaban nake. Dewleta Tirk xwedî ideolojiyekê ye ku faşîzim jêre tê gotin. Di dîroka avabûna wê de heya niha ji bo ku civakeka homojen avabike gelên wekî Ermen, Kurd, Suryan, Tirkmen û Rum qirkiriye û li ser vê bingehê xwestiye duruşma xwe ya yek milet, yek al, yek ziman, yek çand bigihîne lûtkeyê. Di vir de zelal dibe ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê armanc jê ne tenê ji nav birina PKK û gêrîlayên azadiya Kurdistanin, têrkirina ideolojiya xweye. Ev e, ew rastiya ku malbata Barzanî jê fêm nakin an jî naxwazin jê fêm bikin. Dema ku PDK di ragihandinên xwe dibêjin sedema êriş û bombebarana artêşa Tirk ser herêma Kurdistanê hebûan PKK ye, li wan navçeyan sextekariyekê mezin dikin. Ev nîv tohmetê ji bo artêşa Tirk çêdike. Di bingeh de PKK kabûsa PDK ye. Ji bo vê PDK amadeye bi hemû hêza xwe ji bo tune kirina PKK bikeve pêşiya artêşa Tirk. Dema ku dibêje PKK sedema dagirkirina artêşa Tirk ser herêmê ye, ev hincete bi vê awayê dixwaze destê xwe yê qirêj bi artêşa Tirk paqij bike.
Dibe ku hinek bêjin çawa dibe ji bo jinav birina hêzekî wekî PKK PDK artêşekê mezin bîne herêmê, eger wiha bibe wê cih ji PDK re nemîne. An bi vê gavê PDK û malbata Barzanî di valatiyê de bimîne. Pirsên bi vê awayî bêguman di cihê xwedeye. Lê bersiv pir cudatirin. Armanca malbata barzanî danîna artêşa tirk li cihê PKK nîne. PDK dixwaze herdu hêzan bi hevdu re xistina nava şerekiye ji bo ku herdu jî bi hevdure lewaz bibin. Ev jî bi temamî armanca hêzên modernîteya kapîtalîst e bi pêşengtiya Amerîka, Ingîltere Israîl. Ev hêzên hegemonîk dixwazin hem tevgera azdiya Kurdistanê bi pêşengtiya PKK û hem jî dewleta Tirk di îhtimala lewazbûna wan de bixe bin denetima xwe û çarenûsa wan ewê diyar bikin. Di vir de rastiyekê din ji me re zelal dibe ku hem dewleta Tirk û hem jî malbata Barzanî bi hev re ji aliyê hêzên Hegemonîk yên diyayê ve li dijî tevgera Azadiya Kurdistanê tên bikaranîn. Di vir de xala herî girîng ku bê zanîn ev e: raste dewleta Tirk û malbata Barzanî dibin xizmeta hêzên hegemonîk yên diyayê de ne. Lê belê armanca van hêzan bi temamî ne wekî hevin. Hêzên wekî Amerîka û Israîl dixwazin projeya rojhilata navîn ya mezin cîbîbikin û ev jî berdewamiya modela netew dewlete bi hinek guhertinan ve. PDK û malbata Barzanî jî bêy zêdekirin yan jî kêm kirin di xizmeta vê projeyê de ne.
Lê belê dewleta Tirk hîna jî bi xewna xwe ya Osmaniya nû ya dagirkeriya xwe berfireh dike û başûrê Kurdistanê jî xistiye nava projeya xwe. Ev jî bi temamî bi projeya hêzên hegemonîk yên diyayê re li hev nayê. Ev ew xeteriye ku dibe ku bê serê başûrê Kurdistan. Ew jî dagirkirina wê ye ji aliyê dewleta Tirk ve. Wekî ku PDK idia dike hatina artêşa Tirk ji bo nava axa başûrê Kurdistan ne jiber hebûna PKK ye, belku armanc jê dagirkirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd e. Eger ku Başûrê Kurdstan bê dagirkirin bêguman ne PDK ne jî malbata barzanî wê bostek ax ji wê re nemîne.
Di vir de em dixwazin bêjin pêwîste çarenûsa başûrê Kurdistan ji malbata Barzanî re neyê hiştin. Jiber ku başûrê Kurdistan ne mulkê wî malbatê ye, mulkê gel e. Gelê başûrê Kurdistan bi taybet jî jin û ciwan pêwîste li beramberî vê malbatê xwedî helwestên welatparêzî bin. Bêhêvîbûn ji welat û xebat nekirin dijî dagirkeriyê, parastina axa Kurdistanê wekî erkê hinekî din dîtin, bi temamî ew armance ku ev malbat dixwaze. Ji bo vê nabe gelê Başûrê Kurdistan li hember hemû destdirêjiyên navxweyî û derve bê helwest bimînin yan jî bikevin helwesta dijber. Hemu kes dizanin ku PDK û malbata Barzanî xwedî îxanetekî dîrokî ne, ji bo berjewendiya xwe dikarin welat bi temamî bifiroşin û di ragihadina xwe de jî dixwazin vê rastiyê rûpoş bikin ji bo vê jî qet teredut nakin. Ruxmê ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê van rastiyan hemûyan jî dizanin lê lazime rastiyan tenê di çarçoveya zanîn de nemîne û bibin helwest. Eger wiha nebe bê helwestbûyîn jî dibe bi awayekî ne rasterast şirîkê vê dagirkeriyê.