BEHDÎNAN- Di çalakiyên gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Zap û Metîna de 1 leşkerê Tirk a dagirker hate cezakirin, 1 mobese hate rûxandin, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî der barê çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê de ev agahî dan.
“Herêma Metîna;
20’ê Tîrmehê saet 11:35’an de dagirkerên ku dixwestin li herêma Berxwedana Serê Metîna bi pêş ve biçin, bi çekên navîn ên otomatê hatine hedefgirtin û liv û tevgera dagirkeran hatiye rawestandin.
21’ê Tîrmehê saet 07:00’an de dagirkerên li herêma Berxwedana Golkayê bûne hedef û bi çekên giran gulebaran kirin.
Herêma Şehîd Delîl Rojava Zab;
20’ê Tîrmehê saet 10:45’an de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Baharê bi çekên navîn ên otomotîk hedef hatin girtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
20’ê Tîrmehê saet 15:30 û 15:46’an de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Baharê bi çekên navîn ên otomotîk hedef hatin girtin û çeperek hate derbkirin.
22’ê Tîrmehê saet 06:00’an de kamerayeke Mobesse ya dagirkerên Herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Bahar bi taktîkeke sûîqestê hate rûxandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
21’ê Tîrmehê saet 13:25’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî dagirkeran bi taktîka sûîqestê gulebaran kirin û 1 dagirker hate cezakirin.
21’ê Tîrmehê saet 13:30’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Cûdî çalakiyek li dar xistin, bi çekên navîn ên otomatîk hatin hedefgirtin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
Dagirkerên ku roja 21’ê Tîrmehê saet 21:50’î li herêma Berxwedana Girê Amediyê çalakî li dar xistin, bi çekên navîn ên otomatîk hedef hatin girtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe;
Di 20’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Di 21’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Amediyê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
20 û 21’ê Tîrmehê herêmên Şehîd Şerîf, Goşînê, Kendekola yên serdemê, Berdespî û Berdesorê yên herêma Hecîumran 5 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 22 caran hatiye bombekirin.
“Di 20 û 21’ê Tîrmehê de herêma Girê Şekîf a herêma Xakurkê û qada Berxwedana Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl Batî Zap ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.”