BEHDÎNAN- Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Em hevrêyê xwe Soro Xizginos ku 23’yê Tîrmeha 2022’yan li Garê tevlî karwanê şehîdan bû, bi rêzdarî bi bîr tînin
Zarokê fedekar ê gelê me yê Amedê hevrê Soro di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi biryardariyeke mezin tevlî nav refên têkoşînê bû û li dijî artêşa Tirk a dagirker ket nava têkoşîneke bê navber. Fermandarê me yê mezin şehîd Çiyager Hêvî ji xwe re mînak girt û xwesteka xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir. Hevrêyê me li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek wezîfeyên şoreşgerî bi layiqî bi cih anî û bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan a di nava jiyanê de, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Azadiya gelê me li ser her tiştî re dinirxand û di vê rêyê de bi fedayî şer kir. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û sekna xwe ya bi biryar, hêz û moral da hemû hevrêyên xwe yên derdor. Bawer kir ku li Kurdistanê serketin encex bi xeta fedayîtiyê pêkan e û timî jî bi fedayiyane têkoşiya. Hevrêyê me Soro dema ku li ser vê bingehê têkoşîna xwe dimeşand, şehîd bû.
Em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Soro dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin. Em ê teqez meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin û di serî de malbata me ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Soro Xizginos, bi vî rengî ne:
Nasnav: Soro Xizginos
Nav û Paşnav: Azad Yandi Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik-Bav: Zeynep – Mehmet Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Tîrmeha 2022’yan / Garê |
Rêhevalê me Soro li Amedê ku welatparêzî pir xurt e ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bûn, bi taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtîk ên gelê Kurd mezin bû. Ji ber vê yekê di temenê xwe yê biçûk de firsenda naskirina Tevgera me peyda bû. Wek her zarokekî Kurd, nakokiyên wî yên ewil ên li ser jiyanê dema çû dibistanên Komara Tirkiyeyê ku navendên asîmîlasyon û qirkirinê bûn, dest pê kir. Nikarîbûna wî bi hêsanî bi zimanê xwe yê zikmakî, kurdî biaxive, bû sedem ku nakokiyên wî kûrtir bibin. Rêhevalê me, ku pirsên wî yên kûr li ser zilm û zordariya dewleta metînger û bûyerên civakî yên li Kurdistanê hebûn, mamê xwe û xaltiya xwe yên ku tevlî Partiya me bûne, bi her awayî mînak girtin. Bi xeyala roja ku bibe gerîla, roj bi roj nêzî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrêyê me yê ku 8 salan di dibistanên sîstemê de xwendiye, ji bo parastina cewhera ku wî afirandiye, kedeke mezin daye. Hevrêyê me yê ku pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi awayekî zindî dişopand û ji atmosfera bi coş a şoreşê bandor bû, xwest di berxwedana destanî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cih bigire. Lê hevrêyê me yê ku ji ber hin sedeman nekarî vê biryarê bi cih bîne, lêgerîna xwe kûrtir kir. Bi ti carî dest ji xewn û xeyalên xwe berneda, xwest bersivê bide zilma dewleta Tirk a faşîst li gelê me yê li Bakurê Kurdistana dike. Demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt. Fam kir ku bersiva herî baş a li hemberî komkujiyan tevlîbûna nava refên gerîla û berfirehkirina têkoşînê ye. Dema ku di dema xebatê de firsend dît ku tevgera me ji nêz ve nas bike, êdî jiyana vê pergalê qebûl nekir û biryar da ku tev li gerîla bibe. Hevrêyê me yê ku li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, demekê li vê qadê ma. Ji bo erkên xwe yên dîrokî bi tevlîbûna Berxwedana Serdemê ya Sûrê pêk bîne pêşniyarên bi israr kir. Di vê pêvajoya berxwedanê de ku di pêşengiya fermandarê me yê fedaî yê mezin Çiyager Hêvî-Cîhat Turkan de pêş ket û gelê me yê Amedê gelekî bandor kir, xwest bibe milîtanekî çalak. Helwesta rêhevalê me Çiyager Hêvî ya di jiyan û şer de gelekî bandor bû û ji xwe re mînak girt. Li ser vê bingehê bi moral û coşeke mezin xebatên Partiyê hembêz kir û berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Hevrêyê me yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya nû ya şervantiyê dît, di demeke kin de xwe bi jiyana gerîlatiyê re adapte kir. Di dema xwendina xwe de, bi taybetî di dersên dîroka Kurdistanê û dîroka partiyê de, hewl da ku bedelên gelê me û Tevgera me ya Azadiyê bixwîne û fêm bike. Rêhevalê me yê ku piştî xwendina meteryalên Partiyê xwest xwe di warê îdeolojîk de pêşde bibe, ji bo îdeolojî û felsefeya Rêbertiya me fêm bike, gelek hewl da. Piştî ku dewreya nû ya şervanan bi serkeftî qedand, li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî çalakiyên pratîkî bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral a çalakiyên şoreşgerî karî hezkirina rêhevalên xwe bi dest bixe. Rêhevalê me Soro ku xwedî dilsoziyeke kûr a ji bo şehîdan e, giranî da ser xeta fedayî ya PKK’ê û rastiya rêhevalên ku çalakiyên fedaî pêk anîne. Şehadeta rêhevala me Rewşen Amed – Ummu Cîhat Atlî, keça mamê xwe yê di sala 2016’an de li Zagrosê şehîd bû, ji bo berfirehkirina têkoşîna xwe bi kar anî. Hevrêyê me yê ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin tûj kir, di her xebata xwe de layiqî şehîdan weke pîvana herî bingehîn diyar kir û têkçûn qebûl nekir. Ji bo bersivdana êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi fedekarî xebitî û di serdema nû de gerîlatiya xwe jî kûr kir û xwe ji erkên şoreşgerî yên serdemê re amade kir. Bi hişmendiya ku niyeta dijmin ancax bi gerîlatiya pispor, îradeya netewandî û ruhê fedayî yê Apoyî dikare ji holê rabe tevdigeriya û her tim hewl da xwe di van mijaran de kûr bike. Ji bo tola rêhevalên xwe yên şehîd hilîne û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, îdiaya xwe ya milîtaniya fedakar a Apoyî her tim zindî hişt. Rêhevalê me Soro ku bi helwesta xwe ya bi biryar, bi kesayetiya xwe ya nerm û sade di jiyanê de bû mîlîtanekî mînak, di nirxandina xwe ya pêvajoyê de; Diyar kir ku biryardariya xwe wiha anî ziman, “Di pêvajoyê de tevlîbûneke hîn aktîftir pêwîst e. Bi rastî jî tevlîbûna asayî ya vê pêvajoyê ne tiştekî ku bi wijdanî qebûl bike ye.”
Rêhevalê me Soro ku meşa xwe ya azadiyê ya ku ji Amedê dest pê kir, bê nefes û bê dudilî berdewam kir, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî bê hempa berdewam kir û gihîşt asta herî jor. Rêhevalê me Soro ku bi rêhevaltiya xwe ya sade û dilpak di dil û bîranînên hemû rêhevalên xwe de cihê xwe yê jibîrnekirî girtiye, erkên ku divê bên kirin, şoreşgeriyeke mînak û ala têkoşînê ya ku divê were hilanîn ber bi serketinê ve radestî me kir. Em hevrêyê xwe Soro di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez di erkên ku wî radestî me kiriye de bi ser bikevin.”