KOBANÊ- Li hemberî erîş û tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO bi peşengtiya Yekitiya Jinên Ciwanên Kobanê de çalakiyekî bi konvoyî hat li darxistin.
Carekedin dewleta Tirk a faşîst bi hînceta cezaya disîplînê di şexse Rêber APO de siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd dimeşîne û bi vî re derketina gotineki an jî agahiyekî ji Rêber APO ji bo gelên azadîxwaz asteng dike. Li ser vi esasê jinên ciwan û ciwanên Kobane bi dehan seyareyan derketin qadê û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO helwesta xwe nîşan dan. Ciwan bi giştî çalakî de bê navber sloganên ji bo fizikî azadiya Rêber APO berz kirin.
Çalakiya bi konvoy hata saet 9:00 şevê berdewam bû û bi daxuyaniyekî çapemeniyê bi dawî bû. Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Avaşîn Misto di daxuyanî de diyar kir ku “dijmin dixwaze li gor politikaya xwe ya qirkirin û îmhayê me ji xata rêber APO durbixe. Lê em ê berxwedana mezin ku li Imrali tê meşandin xwedî derkevin û tekoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO bilind bikin.”