WAN- Ji bo gerîlaya YJA Starê Dîlan Oklu (Arîn Tolhildan) li Taxa Hacibekir a girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê tê kirin.
MEBYA-DER, TUHAY-DER, DBP, Hevseroka Wanê ya DEM Partiyê Gulşen Kurt, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din serdana şînê kirin.
Di şînê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.