NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên heremî li gundê Kanî yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker ket xwarê.
Çavkaniyên herêmî ji ajansa Rojnewsê re ragihandin ku balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Kanî yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê ketiye xwarê. Çavkaniyan eşkere kirin ku di encama ketina balafira keşfê de agir bi zeviyê ketiye û di encama şewatê de gelek dar şewitîne.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatin girtin gel bi derfetên xwe ve agit kontrol kiriye. Seferberiya gel ji bo vemirandina şewatê didome. Heta niha ti ziyanên canî nehatine tomarkirin, lê ziyanên madî yên ji ber şewatê gelek in û rûberên berfireh ên zeviyên çandiniyê li xwe digire.