NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî agahiyên pêbawer ên ku Rojnewsˊê ji çavkaniyên herêmî wergirtin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker di bin parastina çekdarên PDK’ê de îro derdora saet 14:00’an de li devera Dêrelokê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê operasyoneke dagirkeriyê dest pê kiriye. Di dîmenê bi dest ajansa me ketî de agahiyên herêmî piştrast dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ev du meh e bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tunekirina tevgera azadiya Kurd bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê bi hezaran leşker, bi sedan wesayîtên zirxî derbasî xaka Başûrê Kurdistanê kirine.
Ji aliyek din ve rojane bi rêya hewayî û bejayî deverên gerîla û gundên welatiyên sivîl bombebaran dikin. Gerîlayên Azadiyê li dijî artêşa Tirk a dagirker tevî ku li dijî wan rojane êrişên hewayî û bejayî jî bênavber pêk tên, çekên qedexekirî û kîmyayî tên bikaranîn jî lê roj bi roj derbên giran li artêşa Tirk dagirker didin.