KOBANÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê, bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ de hemleya paqijiyê da despêkirin.
Lingê herî esasî ya paradigmaya Rêber APO, ekolojîkbûyîn e. Jinên ciwan anîn ziman ku “Parastina xweza û paqijiyê di despêkê de erkê jinê ye.” Ji ber vê jî jinên ciwan di nava bajêrê Kobanê de, bitaybet jî di nava daristanan de hemleya ekolojîk a paqijiyê dan despêkirin û bi belavkirina belavokan ve xwestin gel di derbarê xwezaparastinê de agahdar bikin
Jinên ciwan wuha gotin:
“Me îro li bajarê Kobanê hemleya paqijiyê daye despêkirin. Di vê hemleyê de armanca me ewe kû em bajarê xwe û daristanên xwe paqij bikin. Şîstema modernitaya kapîtalîst a qirêj her roj êrîşê xwezaya me dike, di encama vê de jî qeyrana cîhanî ya ekolojîk kûrtir dibe. Erkê me jî wekî jinên ciwan ewe ku em xwe di lingê herî esesî ya paradigmaya Rêber APO de, yanî ekolojiyê de kûr bikin, zîhniyetekÎ ekolojîk ava bikin. Di parastina ax, av û xwezayê de, avakirina civakekî ekolojîk de erkê herî mezin dikeve li ser milên me.
Bangwaziya me ji bo hemû jinên ciwan û ciwanan ewe ku cîhê xwe di nava hemleya me ya ekolojîk de bigrin û xwezaya Kurdistanê biparêzin”