NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku çalakiyên di roja 19 û 20’ê Tîrmeh’ê de li 10 dagirker hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.
Daxuyanî wuha ye:
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Li hemberê Êrîş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wî Hêzên me di dîroka 19 û 20’ê Tîrmehê de li Xeta Marê û Ezazê 2 çalakiyên serdegirtinê lidarxistin.
Di vê Çarçoveyê de;
1- Di roja 19’ê Tîrmehê da li xeta Marê Hêzên me ji du baskan ve dikevin nava çeperên dijmin liwir li gorê hatî plankirin hêzên me derbekî giran li çeteyên dagirker dixin, mevzî û çeperên dijmin bi temamî diruxînîn û dagirkerin liwir ceza dikin û her wiha Hêzên me diçin ser cenazeyek dijmin. Di encama vê çalakiya heyî da Yek jê fermandar 4 Dagirker tên kuştin û her wiha 4 dagirker jî birîndar dibe. Di heman demê da jî maşîneyekî doçka barkirî tê derbkirin.
2- Dîsa di roja 20’ê Tîrmehê da li xeta Ezazê Hêzên me çalakiyekî serdegirtinê li ser çeteyên dagirker lidardixin, çeper û mevziyên dijmin tên ruxandin û hêzên me diçin ser cenazeyên dagirkeran . Di encama vê çalakiya heyî da 6 dagirker tê cezakirin û 3 çete jî birîndar dibe. Di heman demê da 2 maşîneyên leşkerî tên îmhakirin. Di vê çalakiya heyî de; 3 çekên AK-47, 2 Rext, 11 Jarjorên AK-47, Telefonek, 1 cihazê muhabere HYT, Çantayek, Pîlên Termalê û Mîqdarek Zêde Fîşekên AK-47 ji aliyê Hêzên me ve tê desteserkirin.
3- Bi giştî di van çalakiyan de; Yek jê Fermandar 10 Dagirker tê kuştin û 7 dagirker jî birîndar dibe. 2 maşîneyên leşkerî tê îmhakirin û 1jî derbe dixwe. Di van çalakiyên heyî de jî 3 çekên AK-47, 2 Rext, 11 Jarjorên AK-47, Telefonek, 1 cihazê muhabere HYT, Çantayek , Pîlên Termalê û Mîqdarek Zêde Fîşekên AK-47 ji aliyê Hêzên me ve tê desteserkirin.
Piştî çalakiyên bi bandor ya hêzên me Dewleta Tirk a dagirker û bi çeteyên xwe ve bi awayekî namerdane dîsa li pêş raya giştî bi Tank, Obîs, Hewan û doçka ve Gundewarên Şehba ên ku Koçberên Efrîn û hemwelatiyên Şehba lê jiyan dike kiriye hedef. Di encama vê yekê de jî hemwelatî birîndar bûne û her wiha mal û milkên gelê me ji ber êrîşên heyî ên bê exlaq zirar ditîne.
Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê carekî din jî diyar dikin ku li hember êrîşên dijmin wê çalakiyên me yên bersivdayînê bidomin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
24’ê Tîrmeha 2024