BEHDÎNAN- Cezayê îdamê li parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî roja 23’yê Tîrmehê û li Şerîfe Muhammedî jî 4’ê Tîrmehê hate birîn. Her du jî di dema binçavkirinê ya bi hefteyan dewam kir de, rû bi rûyê êşkenceyên giran û pêkanînên dermirovî man.
Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de hate diyarkirin ku wê bi îdaman, têkoşîna jinê neyê rawestandin û bang li saziyên navneteweyî û tevgerên jinan kir ku li dijî vê dewleta dijminê jinê, têkoşîna hevpar geş bikin.
Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye: “Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî di sala 2022’yan de bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna hebûn, nasname û azadiyê danîn holê. Bi sedsala 21’an re weke Tevgera Jinên Kurd me gelek caran gotiye, ‘Sedsala Jinê-Şoreşa Jinê’. Em ketin pêvajoyek wisa ku ev gotina me ji îdîayê veguherî rastiyeke madî û em hîna jî di vê pêvajoyê de ne. We jinên Kurd me nîşan da ku em xwedî wê vîzyonê ne ku vê rastiyê ji îdîayê derbixin û şoreşa jinê pêk bînin. Tam di vê xalê de Şoreşa Jinê ya Rojava bû mînaka ku ev îdîaya me lê şênber bûyî. Heqîqeta ku ji jinên cîhanê re bûyî îlham jî ev bû. Îro li her aliyê cîhanê jin li dijî polîtîkayên qirkirina jinê, mêtingerî, newekhevî, kolekirin û rastiya dewleta mêrsalar, li ber xwe didin. Di vî warî de jinan bi rastiya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng û qêrînên xwe bilind kirin.
Di demeke ku jiyana ji bo jin û gelan bûye kabus de, berxwedana jinê her rojê mezin bû û hêz bi dest xist. Ev Berxwedana jinê hîn jî zehmetiyê bi sîstema mêrsalar dide jiyîn. Rastiya jinê ya ku ji desthilatdaran re bûye tirs, îro hêviyê dide têkoşîna gelan, hêz pêşkêş dike û baweriyê dide. Azadî wê bi jinê re çêbibe û ev heqîqet wateyên hîn kûrtir bi dest dixe û derdikeve pêş. Di çapa gerdûnî û xwecihî de, hemû krîzên ku ji aliyê sîstema dewleta mêrsalar ve hatine afirandin, hewl didin her kêliyê jiyanê bifetisînin. Di vê serdema bixwîn a zilmkar de jiyan kirine kabus û wateya wê tune kirine. Di serdemeke wiha de têkoşîna jinê mîna çavkaniyeke ronahiyê bandorê li jiyana mirovahiyê dike.
Di vê pêvajoyê de xirabiya rêxistinkirî di nava sîstema netew-dewlet û mêrsalar de, li jiyana jinê tê ferzkirin. Bi vê yekê re tê xwestin ku hemû azadî û mafên civakî bên tunekirin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de, rejîma Îranê derbarê aktîvîsta jin Pexşan Ezîzî de biryara îdamê da. Di bingehê krîzên ku cîhan û Rojhilata Navîn dorpêç kirine de, tê xwestin ku pirsgirêk bi rêbazên zextkar bên çareserkirin. Lewma her redkirina ku jin li dijî sîstemê bikin, ji krîzan re çareserî û demokrasî ye. Lê dijminahiya li hemberî gel û jinê, di polîtîkayên rêbazên zext, komkujî û tunekirinê de israrê ferz dike. Biryarên îdamê yên têkildarî aktîvîsîta mafên jinên Rojhilatê Kurdistanê, tê wateya kûrbûna kaosê. Sedemên ku jinan ber bi raperînê ve dibin, ji bo jiyana mirovan qasî av û hewayê daxwazên girîng in. Îro li gelek deverên cîhanê têkoşîna jinê bi biryardarî û cesaret pêş ve diçe. Rejîma Îranê ya dijminê jinê cezayên giran li jinên têkoşer dibire û koletiya mutlaq ji bo jinan rewa dibîne. Ev rejîm bi biryarên bi vî rengî yên derbarê jinan de dide, dixwaze tola xwe ji jinan hiltîne. Jinan li herêmên ku zext lê herî zêde ye, daketin qadan. Jinên Kurd qasî 40 sal in li dijî faşîzma Tirk, li ber xwe didin. Berxwedana jinan a li dijî rejîmên Talîban û Îranê, bûye îfadeya vê rastiyê. Dewletên li seranserê cîhanê ji bo ku têkoşîna azadiya jinan têk bibin, hewl didin tedbîrên nerm-tund pêş dixin û hebûna xwe biparêzin. Hemû saziyên dewletan di nava hevsengiyekê de newekheviya ku di şexsê jinan de li jiyanê tê ferzkirin diparêzin û ji bo domdariya vê yekê di nava hevkariyê de tevdigerin. Çavkaniya ku dibe sedem mêr xwe girêdayî hemû newekheviyan birêxistin bike jî dewlet bi xwe ye. Ji ber vê yekê tevgerên jinan û têkoşînên jinan ên ji bo azadiyê ku li hemberî dewletê li ber xwe didin û hesabê jê dipirsin, bûne mezintirîn tirsa dewletan. Kiryarên pergala zalim a mêrparêz yên qedexekar, zextkar, dagirker û zayendparêz wê nikarin li pêşiya têkoşîna jinan bibin asteng. Ji ber ku jinan li hemberî vê pergalê serî rakiriye û têkoşîna ku tê dayîn nîşaneya herî şênber e. Li hemberî paşverûtiya mêran û formên jiyanê yên bi destê pergalên mêrparêz hatine avakirin, tehemûla jinan nemaye.
Polîtîkayên qedexeker, zexkar, kuştin, girtin û îdamkirinê yên li ser têkoşîna jinan tên ferzkirin, ew polîtîka ne ku dijmintiya jinan dikin. Em vê yekê baş dizanin û van polîtîkayan red dikin. Rejîma Îranê ya dijminê jinan yan nabîne ku jinan hêza berxwedanê bi dest xistiye yan jî naxwaze bibîne. Hûn nikarin bi kiyarên weke îdamkirin, qedexekirin, zext û êşkenceyê hêza jinan a têkoşînê têk bibin.
Têkoşîna gelan û ya jinan li hemberî van kiryarên we wê we têk bibin. Jin tu carî ji têkoşîna xwe poşman nebûne û dev ji têkoşîna xwe bernedane. Berovajî wê li hemberî zilm û zextan jinan têkoşîna xwe mezintir kiriye. Li Kurdistanê jinan bi têkoşîn, coş û xîreta xwe nîşan daye ku dev ji mafên xwe bernadin. Ji ber vê yekê em bang li rejîma Îranê ya dijminê jinê dikin ku bila dev ji kiryarên xwe yên qirêj ên li ser jinan ferz dike, berde.
Em diyar dikin ku betalkirina biryarên îdamkirinê û paşguhnekirina daxwazên jinan ên rewa û mafdar ji bo hebûna rejîmê bi xwe jî gelekî girîng e. Siyaseta îdamkirinê ya paşverû wê li pêşiya têkoşîna jinan nebe asteng. Hûn nikarin bi cezayên îdamê civak û jinan bidin sekinandin. Awayê desthilatdariyan her çawa bin bila bibin, jin dev ji têkoşîna xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê bernadin. Têkoşîna jinan tevî mezintirîn kiryarên xirab jî nesekiniye û belavtir bûye. Ji niha û pê ve em bang li hemû saziyên navneteweyî, derdorên demokratîk, tevgerên jinan û kesan dikin ku li hemberî kiryarên rejîma Îranê yên ku li zindanan û li hemû qadên jiyanê li ser jinan ferz dikin, helwesta xwe nîşan bidin û têkoşîna hevpar mezintir bikin.’’