NAVENDA NUÇEYAN- Weke ku tê zanîn Rêber APO û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku 40 meh in di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de agahî jê nayê girtin, 3 meh cezayê qedexeya hevdîtina malbatê ya nû hat dayîn. Li dijî van cezayên dîsîplînê ku dewleta Tirk a faşîst, dagirker çiqasî ji fikir û felsefeya Rêber APO ditirse dide nîşandan, gelê Kurd û dostên wan li gelek nuqteyan çalakî li dar xistin û bertek nîşan dan. Navnîşana din a çalakiyê bajarê Çilaxa bû.
Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Qamişlo, Reqa, Kobanî, Heleb û Şehbayê bi daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê û cezayên nû yên dîsîplînê li ser Rêber APO hatiye dayî,n şermezar kirin. Endamên PYD’ê yên hatin gel hev û bertek nîşanî polîtîkayên tecrîd û îzalosyanê yên ku ji bo fikrên Rêber APO negihêje gelê birçiyê azadiyê ne, dan. Ciwanan diyar kirin ku divê xeta ixanetkar ya PDK were teşhir kirin û bi daxuyaniya xwe ya çapemeniyê azadiya Rêber APO qîriyan.
Ji bo raya giştî
Faşîzma Tirk ev nêzî 38 meh in bi binpêkirina rêgez û qanûnên navneteweyî û bêyî destwerdana rêxistinên navneteweyî yên ku îdîaya parastina mafên mirovan dikin, tecrîda li ser Rêber Apo girantir û berfirehtir dike. Her wiha dagirkeriya dewleta Tirk di hedefgirtina gelê Kurd û gelên herêmê de, hewldaneke ji bo temamkirina planên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO û gelê Kurd e, ji ber ku niha hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Alîkariya xeta xiyanetê ya PDK’ê ku rê li ber meşrûkirina dagirkeriya Tirk vedike û alîkariya lojîstîk û îmkanan dide artêşa Tirk di avakirina baregehan li nava axa Başûrê Kurdistanê û valakirina gundên Kurdan. Hêzên Gerîlla yên ku destanên lehengiyê yên herî mezin dinivîsin, li ser navê gelên herêmê parastina nirxên mirovahiyê û rûmetê dikin. Rêxistinên mafên mirovan ji bo tecrîda li ser Rêber APO erka xwe ya exlaqî pêk bînin, em bang li gelê Kurd, partî û kesayetên neteweyî yên Kurd dikin ku li dijî planên dewleta Tirk rawestin û nehêlin dewleta Tirk bigihêje armanca xwe. Armanca wê jî şerê Kurd-Kurd e û eşkerekirina polîtîkayên ku dixwazin Başûrê Kurdistanê radestî dagirkeriya Tirk bikin.
Bijî Rêber Apo
Bijî hêzên Gerîlla
Bimre Xİyanet
Meclîsa Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qamişlo
24.7.2024