NAVENDA NUÇEYAN- HRE (Hêzên Rizgariya Efrînê) bi daxuyaniyekî niviskî nasnameya Şehîd Brûs Meydana ku 23’ê Tirmehê herema Efrînê şehîd ketiye eşkere kir.
HRE têkildarî şervanê ku li Efrînê şehîd bûye ev agahî da:
“Em hevrêyê xwe Brûsk Meydana ku 23’yê Tîrmeha 2024’an li herêma Efrînê tevlî karwanê şehîdan bû, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Hevrêyê me Brûsk Meydana li bajarê berxwedana serdemê li Efrînê di nava malbatekî welatparêz, ku bi dilsozî û girêdana cewhera Kurdayetî ve tên naskirin çavê xwe li Jiyanê vedike. Hevrêyê me ji ber di malbatê te bi tevlîbûna xwe yên nava refên azadiyên ve tên naskirin li ser van esasan girêdayî çand û kevneşopiya xwe mezin bû. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, fikrên Rêber Apo li Rojava zindî bûn, rastiya Rêbertî û şehîdan hevrêyê me hîn baştir fêm kir û bi taybetî jî êrîşên li ser gelê me bi çavên xwe dît, li ser van esasan hevrêyê me ev yek ji xwe ra kir bingeh weke ferdeki vê gelî, weke ciwanekî Kurd fikirî ku divê ew jî di nava xebatên şoreşê de cihê xwe bigire û wisa tevlî nava refên şoreşê bû.
Hevrê Brûsk di gelek qonaxên zor û zehmet ên şoreşê de cihê xwe di nav refên azadiyê de girt. Rizgarkirina Şehbayê û şerê li dijî DAIŞ’ê ya sala 2016’an de û di pêvajoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de erkên demê ên ket li ser milê xwe bi layiqî pêk anî. Hevrê Brûsk ne tenê bi şerkirinê erkên xwe pêk anî, di heman demê de di hemû jiyana xwe ya şoreşgertî de bi qasî ku hêz jê hat hevaltiyeke baş û dûrist bi hevalên xwe ra kir. Bi taybetmendiyên xwe yên dilpak, fedakar û xwezayîbûna xwe ya jiyanê ve dikarî hem ji hevalên xwe re bibe alîkar û hem jî were hezkirin.
Hevrê Brûsk ku bi jiyan û têkoşîna xwe mîrateyek ji me ra hiştî, em soz didin ku bibin layiqî hevaltiya wî û tarzê têkoşîna wî bikin bingeha têkoşîna xwe ya azadiyê. Xwedî derketin û jiyandina mîrateyên şehîdan encax bi serketinê mimkûn e. Em ê ji bo xeyal û armancên wan pêk were têkoşînek dijwar û bê eman bidin meşandin. Em li ser van esasan, serî de malbata hêja ya hevrê Brûsk û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Brûsk Meydana
Nav û Paşnav: Xalid Şêx Dada
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 23’ê Tîrmeha 2024
Hêzên Rizgariya Efrînê
25’ê Tîrmeha 2024