NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirk a dagirker 100 leşkerên din anîn seytereya Dêrelokê û ji wir jî dibin baregeh û nuqteyên din yên dagirkeriyê. Her wiha bi şeve jî nêzîkî 25-35 wesayîtên zirxî dibin navçeya Çelê, ji wir tînin Serzêrê û ji wê derê jî ji bo amadekariyên dagirkeriyê bi ser baregeh û nuqteyan de belav dikin.
Çavkaniyeke herêmî ku nekarî navê xwe eşkere bike ji deverên şer û dagirkeriyê yên sînorê Amêdiyê û Dêrelokê agahiyên nû yên derbarê sewqiyata artêşa Tirk a qirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê ji ajansa me Rojnews’ê re ragihandin.
Çavkaniyê herêmî got; “Şeva borî dewleta Tirk a dagirker 100 leşkerên xwe anîne seytereya bajarokê Dêrelokê yê girêdayî navçeya Amêdiyê. Ji wê leşker ji wesayîtan peya dibin û bi peyayî diçin Geliyê Reşave. Ji wê derê derbazî nuqte û baregehên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê dibin.”
Her wiha çavkaniyê herêmî got; “Artêşa Tirk a dagirker 100 leşkerên din anîn seytereya Dêrelokê û ji wir jî dibin baregeh û nuqteyên din yên dagirkeriyê. Her wiha bi şeve jî nêzîkî 25-35 wesayîtên zirxî dibin navçeya Çelê, ji wir tînin Serzêrê û ji wê derê jî ji bo amadekariyên dagirkeriyê bi ser baregeh û nuqteyan de yên li Amêdiyê û Dêrelokê belav dikin. Ev jî nîşaneya amadekariya dagirkirina Çiyayê Gare ye.”