DÊRAZOR- Li ser girîngiya jinê û rola wê di civakê de semînera zanekirinê
Ji alîyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve li kantona Dêrazorê ya herêma El-Teyana hejmarek mezin bi beşdarbûna jinên ciwan ên Ereb semînerek li ser Girîngiya Azadiya Jinê û rola jinê di nava civakê de hat dayîn.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger Rêheval Rawda girîngiya rola jinê di civakê de nirxand ku mafê jinan heye ku beşdarî hemû karan bibin.
Di dawiyê de nîqaş hate vekirin û nîqaş li ser wê yekê hate kirin ku jin çawa dikarin xwe di civakê de xwe îspat bikin û rola xwe ya bandorker bileyzin.
Yekîtiya Jinên Ciwan wê bi semîneran xebatê zanekirina civakê berdewam bike.