NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê navê kesên ku ji bo Plana Qeyraneke Nû ya ji aliyê MÎT û Parastin’ê ve hatiye erkdarkirin bi belgeyan ve eşkere kir. Nûçeya lekolîn.org wuha ye:
PDK ku bi derew, fen û futan li dijî PKK’ê propaganda û reşkirinê rojevê biguherîne û ser hemû kiryarên xwe yên xiyanetî û sûcên li dijî civaka Başûr bigire. Nûnerên MÎT û Parastinê di 20’ê tîrmehê de li nûnertiya xwe ya bi navê Kaplan a li Hewlerê kom bûn û xwestin bi planeke nû ya derxistina kaos û krîzan a li Dûhok, Kerkûk û Hewlerê re PKK’ê tawanbar bikin û hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker rewa nîşan bidin. Li gor agahiyên ketine destê me, yê van kaosan û provokasyonan derbixin kesên ku ji aliyê MÎT û Parastin ve hatine perwerdekirin hatine erkdarkirin.
YEKEMÎN LINGÊ SENARYOYÊ: DERXISTINA ŞEWATAN
Ji bo bertekên îhtîmal ên li dijî operasyon û êrîşên dewleta Tirk a dagirker derkevin bitepsînin û têkoşîna PKK’ê krîmînalîze bikin, MÎT bi hevkariya Paratinê re gelek planên kirêt tên amadekirin. Di mehên derbasbûyî de di serî de li Kerkûk û Hewlerê gelek herêm hatibûn şewitandin û derbarê mijarê de lekolin.org bi agahiyên şênber û bi belge vê plana kirêt a ku ji aliyê MÎT û Parastin ve hatine organîzekirin derxistibû holê.
Bi heman mijarî ve girêdayî PDK a ku pêşengtiya polîtîkaya dewleta Tirk a dagirker û îlhakirinê dike, ji bo planeke kaosê ya nû di Duhok, Kerkûk û Hewlerê de derbixin û PKK’ê pê tewanbar bikin, kesên ku ji aliyê MÎT û Parastin ve hatine perwerdekirin, hatine erkdarkirin. Li ser vê esasî berpirsiyarên MÎT û Parastinê di 20’ê tîrmehê de li nûnertiya bi navê Kaplan a li Hewlerê civîneke ku nêzî 3 seat dom kir lidarxistine. Di çerçoveya plana kirêt a di civînê de hatiye kirin de, wek destpêkê ji navendê li ser hin hedefên hatine diyarkirin çalakiyên sabotaj û sûîqast werin kirin. Bi van çalakiyan ji bo hem li ser gel tirsek û fikar ava bikin hem jî ji van bûyeran PKK berpirsiyar were dîtin û bi vê awayî hemû hevsengiyên siyasî û leşkerî bizivrînin lehê xwe ve.
Navên kesên ku ji aliyê MÎT û Parastin ve hatine perwerdekirin û erkdarkirin wiha ne;
Hoşiyar Cerdî/ gelek ferdên malbatê bi Parastin û MÎT’ê re dixebitin.
Serbest Şêrwanî: 35 salî ye, li navenda Parastin a li Zaxo perwerdeya suîqastê ya MÎT’ê girtiye.
Erkan Hemîd: Di nava PDK’ê de wek e Mixtar Hemîd tê naskirin.
Elend Muhemed Zirarî: 38 salî ye, li navenda MÎT’ê ya li Hewlerê 40 rojan perwerde dîtiye.
PDK GAV BI GAV DIBE HÊZA PARAMİLÎTER A DEWLETA TIRK
PDK/Malbata Barzanî ku hebûna xwe li ser tasfiyekirina PKK’ê honandiye, ji bo vê jî di serî de Duhok û Hewlerê hemû Başûrê Kurdistanê bi pêşkeşkirina ji dewleta Tirk a dagirker re dibîne. Di encamê de pêşketinên li ser qadê bi vê awayî tê meşandin, dewleta Tirk a dagirker hemû cihên di hakimiyeta PDK’ê de di hêla îdarî de jî xistiye destê xwe ango dewr girtiye. Di vê rewşî de PDK a ku xwe wek e hêzeke paramilîter a dewleta Tirk a dagirker qebul kiriye, dibe amûrê hemû cûre planên kirêt.