QAMIŞLO – Îro danê êvarê bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, di bin pêşengtiya Înîsiyatîfa Gel de, ji bo bersivdayîna cezayê nû yê dîsîplînê li dijî Rêber Apo meşiyan û daxwaza azadiya Rêber Apo diyar kirin.
Meş li ber Çerxereya Sonî dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo dewam kir. Alên Rêber Apo, alên KCK û pankartên ji bo azadiya Rêber Apo hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên daxwaza azadiya Rêber Apo hatin berz kirin.
Li wir, li ser navê Înîsiyatîfa Gel Ebdûlkîm axivî û bixêrhatina hemû kes ku xwedî li Rêber Apo derdikevin kir. Her wiha, hevkariyê PDK û çeteyên bi dagirkeriyê Tirk re şermezar kir û destnîşan kir ku teslimiyetê tu carî serkeftinê ava nake û berxwedana Rêber Apo li Îmralî û berxwedana gerîlayên li ser çiyayên Kurdistanê silav kir.