QAMIŞLO- Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwendekarên serketî yên qonaxa amadehî merasîma xelatkirinê li hola desteyê ya Qamişloyê li dar xist. Merasîm bi beşdariya hevserokê desteyê, Yekitiya Mamosteyên Cizîrê, Rêveberiya Dibistanên Qaamişlo û malbatên xwendekaran hat organîzekirin.
Di merasîmê de hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Mistefa Ferhan kedên mamosteyan silav kir û xwendekarên serketî pîroz kir.
Ferhan spasiya malbatên xwendekaran têkildarî amadebûn û piştgiriya wan ji zarokên wan re kir û hêviya serkeftinê û pêşerojeke geş xwest.